Tirkiye
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Destûreke nû pêwîstiyek e
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek diyar kir ku destûra heyî li hemberî aştiya civakî, şert û mercên cîhanî kêm dimîne û got: "Destûreke nû pêwîstiyek e"
RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li Stenbolê der barê destûra heyî de axivî û bal kişand er girîngiya destûreke nû.
Gurlek ragihand destûreke nû bo Tirkiyeyê pêwistiyeke divê destûreke nû bê amadekirin.
Gurlek wiha axivî: "Destûr ne tenê çarçoveya rêveberiya dewletekê ye; ew herwiha peymana yasayî û exlaqî ya di navbera netewe û dewletê de jî dihewîne. Di vê qonaxa heyî de, mixabin destûra me ya heyî li hemberî gefên li ser ewlehiya neteweyî, aştiya civakî, şert û mercên cîhanî yên guherbar, pêkhateya civakî ya pêşveçûyî, û daxwazên zêde yên ji bo maf û azadiyan, têrê nake. Destûreke nû pêwîstiyek e."