TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Sirri Sakik û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê civiya: 'Xebatên girîng hene'

Ercan Dağ
Edîtor
📅 28 tîrmeh 2026 15:06
Parlamenterê DEM Parti Sirri Sakik bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek re hevdîtin kir. Sakik ji RûpelNewsê re ragiahand ku li ser dozên kuştinên neçareserkirî, pêvajoya aştiyê axivîn û da zanîn wezîr jê ra got ku "Ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatên girîng hene."

RûpelNews - Parlamenterê Agiriyê yê DEM Parti Sirri Sakik li Enqereyê bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re civiya. Sakık ê ku civînê wek 'gelek berhemdar' pênase kir, derbarê hûrgiliyên hevdîtinê de ji RûpelNewsê Ercan Dag re axivî.

"Xebatên girîng hene ku pirsgirêk bên çareserkirin"

Sakik diyar kir di civînê de dozên kujerên neçareserkirî bi hûrgilî axivîne bi taybetî kuştina du zarokên 15 û 16 salî yên ku di sala 2015an de li nanpêjxaneyekê li Diyadîna Agiriyê dixebitîn wiha got:

"Her du zarokên ku li nanpêjxaneyê dixebitîn perçe perçe kirin û demançeyek danî li kêleka wan. Wan got, 'Ev terorîst in'  lê ev zarokên vî bajarî bûn. Malbatên wan raporên dibistanê yên ku ji mamosteyên wan wergirtibûn, di destê wan de bûn. Ev şagirtên me, xwendekarên Dibistana Îmam Hatîbê bûn. Me li ser vê mijarê û dozên din ên kujerên neçareserkirî nîqaş kir û nêrînên xwe parve kirin. Wezîr her wiha got ku li ser vê mijarê xebat tê kirin û ew ê di vî warî de hewl dide ku netîce werbigirin."

"Helwesta wezîr gelek erênî bû"

Sakik da zanîn di civînê de mijarên dozên kujerên nediyar bi hurgûlî hatin axaftin û wiha got:

"Min behsa salên 1990î jî kir lê li ser piraniya wan dozan dema qanûnî ya dozgeriyê derbas bûye. Gumanbarên kuştinê di destpêkê de hatibûn mehkûmkirin, lê paşê hatin berdan. Nêzîkatiya wezîr pir erênî bû û civîneke berhemdar bû."

Sakık amaje pê kir ku wan her wiha derbarê yasaya çarçoveyê ya ku dê wek beşek ji pêvajoya aştiyê were amadekirin nêrînên xwe parve kirin û got ku ew li bendê ne ku vê hefteyê gavên yasayî werin avêtin.
 

 

Parve bike: