Wezîr Çîftçî li Şamê bi wezîrê Navxweyî yê Sûrî Xetab re civiya
RûpelNews - Di dema hevdîtinê de, aliyan derfetên hevkariyê yên di warê sazkirina sîstemên çavdêriya trafîkê yên elektronîk, berfirehtir bikaranîna teknolojiyên naskirina plaqeyên wesayîtan û şopa tiliyan, başkirina pêvajoyên çapkirina pasaport û nasnameyan, û peydakirina amûrên ewlehiyê de nirxandin.
Herwiha aliyan li ser avakirina tora banga lezgîn a 112 û ambûlansê, parvekirina pisporiyê di şerê li dijî madeyên hişber de û perwerdekirina polîsên Sûriyê jî gotûbêj kirin.
Nûnerên mezin beşdarî hevdîtinan bûn
Di civînê de ji aliyê Tirkiyeyê ve, Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan General Alî Çardakci; Waliyê û Rêveberê Giştî yê Polîsê Neteweyî Alî Fîdan, Serokê Rêveberiya Koçberiyê Muhammed Selamî Yazici; û Serokê Saziya Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) Alî Hamza Pehlîvan amade bûn.
Di nava şanda Sûriyê de Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî Abdulkadîr Tahan, Cîgirê Wezîrê Karên Îdarî û Darayî Basim Mansur, Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Mirovî Hüuam Fettuh, Rêveberê Midûriyeta Koç û Pasportan Osman Hilal û hejmarek karbidestên din hebûn.
Tê payîn ku peymana lihevkirinê bên îmzekirin
Hat ragihandin ku, piştî bidawîbûna danûstandinên di navbera şandeyan de, tê payîn ku memorandumên lihevkirinê di navbera her du wezaretan de bên îmzekirin.
Wekî beşek ji hevdîtinên Wezîr Çîftçî, tê payîn ku ew bi, Wezîrê Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê yê Sûriyê Raed Salih re bicive û piştre ji aliyê Serokomarê Sûriyê Ahmed Şara ve were pêşwazîkirin.