TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

ENKS li Şamê bi Wezîrê Karên Derve re dicive

📅 02 sibat 2026 15:38
Şanda ENKSê gihişt Şamê.

RûpelNews- Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) gihişt Şamê û dê bi rayêdarên Sûriyeyê bicive.

Desteya Serokatiya ENKSê îro gihîşt Şamê û dê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re bicive.

Li gorî nûçeya Rûdawê, îro şandeke ENKSê gihîştiye Şamê û şande ji endamên Desteya Serokatiyê pêk tê.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ziyareta şandeya ENKSê ya ji bo Şamê li ser vexwendina hikûmeta Sûriyeyê pêk tê.

Şande dê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive.

Di demekê de ye ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê ji bo entegrasyona dezgehên Rojavayê Kurdistanê îro hatin Hesekê.

Parve bike: