TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Wezareta Pêşmerge hişyariyeke tund da Iraqê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 06 nîsan 2026 14:38
Wezareta Pêşmerge der barê êrîşa komên deryasayî yên li ser Pêşmergeyan hişyariyeke tund da hikûmeta Iraqê û ragihand eger Bexda bêdeng bimîne ew ê helwesteke cuda nîşan bidin.

RûpelNews - Wezareta Pêşmerge der barê êrîşa dawîn a şevê dinê pek hat de da zanîn baregeheke wan a Pêşmergeyan ji hêla “komên terorîst ên deryasayî" bi 4 dronên bombebarkirî hatin hedefgirtin.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de li gelek deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, êrişên bi vî rengî li ser Pêşmergeyan berdewam dikin û ziyanên canî û madî yên mezin çêbûne.

Wezareta Pêşmerge rexneyên giran li Hikûmeta Federal û saziyên ewlehiyê yên Iraqê girtin û got: "Ev êrîşên ser hev da pêk tên bi eşkereyî û li ber çavên artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge pêk tên. Lê heta niha Hikûmeta Federal, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ti helwesteke cidî ji bo rawestandina van êrişan nîşan nedane."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat tekez kirin, Pêşmerge parçeyekî giring a pergala parastin û ewlehiya Iraqê ye û divê ev destdirêjî tavilê bên sekinandin û tawanbar bên cezakirin. 

Wezaretê di peyama xwe ya dawî de hişyariyeke zelal da Bexdayê û got: “Me ji bo berjewendiya hemû xelkê Iraq û Kurdistanê û ji ber rewşa nebaş a navçeyê heta niha xwe ragirtiye û em bi sebir bûne. Lê belê, eger Hikûmeta Federal di bêhelwestiya xwe de berdewam be, em ê neçar bimînin ku helwesteke din werbigirin."

 

 

 

 

 

 

 

Parve bike: