TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Wezareta Derve ya Misrê bi sanda Rojava re hevdîtin pêk anî

📅 22 berfanbar 2019 10:37

PeyamaKurd – Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şikrî li avahiya Wezareta Derve ya li Qahîre pêşwazî li şandeya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) kir.

Şandeya Meclîsa Sûriye Demokratîk ji hevserokê meclisê Riyad Derar, seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed û cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kur, endamê Meclîsa Serokatî ya MSDê Sîhanok Dîbo pêk dihat.

Şandeyê li gel Samih Şikrî û cîgirê wê Nezîh El-Necarî hevdîtin kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên sîyasî li ser asta Sûriyê, bi taybet êrîşên dawî yên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên êrîşan hatin guftûgokirin.

Şandeya MSD‘ê encamên ji ber êrîşên Tirkiyê çêbûn, azarên koçberan, herwiha dagirkirina beşên ji xaka Sûriyê û gefên dagirkirina herêmên din bi şandeyê re axivî.

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şikrî operasyonên Tirkiyê yên li heêrmên bi "Firehbûn û xeternak" bi nav kir û got, “Komara Misr a erebî tevgerên Tirkiyê yên di herêmê de bi taybet di Sûriyê re dike.”

Şikrî soz da ku ew mîna van hevdîtinan dewam bikin û xebateke hevpar ji bo têkbirîna planên dagirkeriya dewleta Tirk ku hewl dide herêmên parçe bike aktîv bikin.

Şandeya MSDê spasiya Komara Misrê û serokê wê Ebdulfetah El-Sîsî kir ji ber piştgiriya wê ya bi Sûriyê û doza gelê Kurd ê li Sûriyê.

Parve bike: