TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Wêneyekî Abdullah Ocalan ê bi malbata xwe re girtî hat parvekirin

Haber Merkezi
Edîtor
📅 10 tebax 2026 16:44
Wêneyekî ku di hevdîtina erokê PKKê Abdullah Ocalan bi malbata xwe re di 31ê Cotmeha 2025an de li Îmraliyê hatibû kişandin, cara yekem ji raya giştî re tê parvekirin.

RûpelNews - Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan, wêneyekî ku di hevdîtina wan ya bi apê wî, serokê PKKê Abdullah Ocalan re, de hatibû kişandin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Di wêneyê ku cara yekem tê weşandin de, Abdullah Ocalan li gel xwişka xwe Fatma Ocalan û biraziyên xwe Omer Ocalan, Berfin Ocalan û Ali Ocalan xuya dike.

Ev cara yekem e ku wêne piştî nêzîkî 10 mehên ji hevdîtinê ji raya giştî re tê parvekirin.

Parve bike: