Cîhan
‘Wê Serok Barzanî serokomarê nû yê Iraqê diyar bike’
PeyamaKurd – Serokê Partiya Niştîmaniya Iraqê Meşan Ciburî, derbarê hilbijartinên serokomariya Iraqê de ku niha hatine paşxistin daxuyaniyên girîng dan.
Ciburî ji K24ê re daye xuyakirin, wê Serok Mesûd Barzanî kesê bibe serokomarê nû yê Iraqê diyar bike û wiha gotiye: “Wê serokomarê nû Serok Barzanî diyar bike. Heger Hoşyar Zêbarî ji namzediyê bê vekişandin jî wê PDK Nêçîrvan Barzanî yan jî Fuad Mehsûm wek namzed nîşan bide.”
Li ser beşdarnebûna wan a rûniştina îro Duşemê ya parlamenê jî Cibûrî da zanîn: “Çimkî Hoşyar Zêbarî beşdar nabe. Em ê jî deng bidin Hoşyar Zêbarî. Lewma jî me civîna îro boykot kir.”
Herwiha Cibûrî diyar kir ku ew dê di piştevanîkirina namzedê PDKê de bi israr bin, ji ber ku hevpeymaniya wan a ligel PDKê mayînde ye.