TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Wê salê rojiya Remezanê dê 36 rojan bê girtin

Hasan Kosen
Edîtor
📅 07 adar 2026 09:20
Li gorî hesabên salnameya heyvî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Olî ya Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyeyê, di sala 2030'an de dê rojiya Remezanê du caran bê girtin, û rojî dê di nav salê de bi giştî 36 rojan be.

RûpelNews - Remezana yekem dê di 5ê Çileya 2030'an de dest pê bike û dê 30 rojan bidome. Remezana duyemîn dê di 26ê Kanûna Pêşîn a 2030an de dest pê bike û di sala 2031an de bi dawî bibe, ku ev jî heyama 6 rojên rojiyê li xwe digire.

Ev her 33 salan carekê diqewime

Li gorî  nûçeya TRT Haberê, Feleknasa Encûmena Bilind a Karûbarên Olî, Humeyra Nur Îşlek, diyar kir ku li gorî salnameya Hicrî, her 32-33 salan carekê Remezan di heman salê de du caran dest pê dike. Îşlek got, "Her ku salnameya Hicrî her sal 10-11 rojan pêşve diçe, meh li gorî salnameya Gregorî dizivirin. Di sala 2030'an de, bi giştî dê 36 roj rojî bê girtin, 30 roj di destpêka salê de û 6 roj jî di dawiya salê de."

Ev yek berê jî qewimiye

Îşlek diyar kir ku ev rewş ne tenê taybetî sala 2030'an e, lê di salên 1900, 1932, 1964 û 1997an de jî qewimiye, û ku çerxa bê dê li dora salên 2062-2063'an pêk were.

Her wiha hat destnîşankirin ku lîsteya hemû rojên olî yên di navbera salên 1900 û 2035an de li ser malpera Diyanetê ya bi navnîşana "vakithesaplama.diyanet.gov.tr" berdest e.

 

 

 

Parve bike: