TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Walîtiya Wanê: Li ser sînorê Îranê 7 koçber mirî hatin dîtin

📅 14 adar 2020 12:41

PeyamaKurd - Walîtiya Wanê bi daxuyaniyeke ragihand ku, li ser sînorê 7 koçber mirî hatine dîtin.

Li navçeya Ebexa Wana bakurê Kurdistanê, ji aliyê tîmên rêxistina AFADê ve termê 7 koçberan hat dîtin.

Tê texmînkirin ku her 7 kesên mirî hatine dîtin koçberên efxanî, pakistanî û sûriyeyî ne.

Di daxuyaniya walîtiyê te hatiye destnîşankirin ku, ji bo sedema mirina wan koçberan were tesbîtkirin, termê wan bo Saziya Tibba Edlî hatine sewqkirin.

Parve bike: