Vance:Ji bo danûstandinên bi Îranê re biryar di destê Tehranê de ye
RûpelNews - Vance da zanîn ku şanda Îranê ya li Pakistanê desthilata encamdayîna peymanê nîne, û diyar kir ku ji ber vê yekê şanda Amerîkayê ji danûstandinan vekişiyaye. Derbarê paşeroja pêvajoyê de, wî got, "Biryar di destê Îranê de ye."
‘Danûsandin berhemdar bûn’
Vance, da zanîn ku Îran divê ji bo normalîzasyona aborî dev ji hewldanên xwe yên ji bo çekên atomî bedre û destnîşan kir ku her çend lihevkirinek pêk nehatiye jî, danûstandin berhemdar bûne. Wî her weha tekez kir ku piştî demeke dirêj cara yekem e ku di vê astê de têkiliyeke rasterast di navbera her du welatan de hatiye danîn.
Di vê navberê de, danûstandinên ku li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, hatin kirin, bi lihevkirinekê bi dawî nebûn. Digel ku aliyê Amerîkî diyar kir ku pêvajo ji ber kêmasiya desthilatê rawestiyaye, hikûmeta Îranê îdia kir ku sedema astengiyê daxwazên Amerîkayê bûn.