Vance: Ji bo çareserkirina krîza bi Îranê re hemû rê dê bên bikaranîn
RûpelNews - Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance derbarê danûstandinên bi Îranê re ji FOX News re axivî.
Vance destnîşan kir Îranî "mirovên dijwar" in û rejîma Tehranê xwedî "pêkhateyeke kaotîk" e. Li gor Vance di nav welêt de hin fraksiyon hene ku dixwazin şer bi dawî bibe, lê hinên din jî dibêjin ku divê pevçûn berdewam bike.
"Em ê nehêlin Îran bibe xwediyê çekên nukleer"
Vance tekez kir ku armanca Amerîkayê çareserkirina aloziyên bi Îranê re li gorî berjewendiyên welêt e û diyar kir ku ew ê nehêlin Îran çekên nukleerî bi dest bixe.
Vance tekez kir ev pêvajo dê dem bigire û got: "Em ê hemû amûrên xwe yên leşkerî, aborî û dîplomatîk bi kar bînin da ku em misoger bikin ku ev pirsgirêk li gorî daxwaza me were çareserkirin."
Wî îdiayên derbarê rakêşiya bi Netanyahu re red kir
Vance, îdiayên ku digotin di hevdîtina wî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re li Washingtonê de "krîz" çêbûye red kir û destnîşan kir ku hevdîtin di "atmosfereke germ" de pêk hat. Vance tekez kir ku Amerîka û Îsraîl hevalbendên nêzîk in û diyar kir ku her çend di navbera her du welatan de carinan cudahiyên nêrînan hebin jî, ev mijar rasterast tên çareserkirin.
Di Tîrmehê de, Vance îdia kiribû ku kesayetên nêzîkî hikûmeta Îsraîlê ji ber piştgiriya wî ya ji bo pêvajoya danûstandinê ya bi Îranê re ew kiribûn hedef û diyar kiribû ku hin karbidestên Îsraîlê li dijî peymaneke muhtemel a di navbera Amerîka û Îranê de bûn.