Ûkraynayê ji bo biryara Rûsya ya Donetsk û Luganskê bangewazîyek kir!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Ûkraynayê li ser biryara naskirina serxwebûna Komara Donetsk û Lugansk ji aliyê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ve, bangewazî li Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Ûkraynayê de hat gotin ku norm û prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyê Rûsyayê ve hatine binpêkirin û sînorên serwerî yekparçebûna xaka Ûkraynayê bi awayekî eşkere hatiye dabezandin.
Herwiha hat diyarkirin ku ti encameke hiqûqî ya naskirina wan herêman nîne û dê Ûkrayna jî ji bo şerê çekdarî belav nebe hemû alavên dîplomasiyê bikar bîne.
Di daxuyaniyê de, hat gotin ku hemle û biryarên ji niha şûnde yên Federasyona Rûsyayê girêdayî bertekên civaka navdewletî ye û banga sepandina dorpêçên tund bi ser Rûsyayê de hat kirin.