Ukraynayê êrîşî baregeha leşkerî ya Rûsyayê kir
RûpelNews - Serokê Ukraynayê Zelenskî di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku êrîşên dûravêj ên li dijî hedefên leşkerî yên li ser axa Rûsyayê berdewam dikin. Zelenskî da zanîn wan bi mûşekên 'FP-5 Flamingo' li kargeha 'Titan-Barrikadi' ya li Volgogradê xistine û herwiha dîmenên şewata ku li tesîsê derketibû parve kirin.
Zelenskî destnîşan kir ku tesîsa leşkerî ya ku hat hedefgirtin sîstemên topavêjiyê, pêkhateyên ku di hawanê de tên bikaranîn û alavên leşkerî yên pisporî hildiberîne û lê zêde kir ku tesîsên wiha ji bo şiyaneke şer a artêşa Rûsyayê xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
Ji aliyê din ve Zelenskyy destnîşan kir ku artêşa Rûsiyayê êrişên xwe yên hewayî li ser bajarên Ukraynayê bê navber didomîne. Zelenskî diyar kir Rûsyayê di hefteya borî de bi bikaranîna firokeyên bêmirov ên çekdar (UAV), bombeyên rêberkirî û moşekan 15 herêmên Ukraynayê kirine hedef û got ku niyeta wan ew e ku sîstemên parastina hewayî yên welatê xwe hîn bêtir xurt bikin.