TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Êrîşî baregeha PAKê hat kirin: Ofîsa Yazdanpena rûxiya

Emin Aba
Koordînator
📅 08 adar 2026 18:20
PAKê (Partî Azadiyê Kurdistan) ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Îranê de, pirtûkxaneya taybet a Serokê Giştî Husên Yazdanpena bi zanebûn hatiye hedefgirtin. Di êrîşê de baregeh bi giranî rûxaye, lê di nav kavilan de rawestana Ala Kurdistanê ya bêyî ku xisarê bibîne, bal kişand.

RûpelNews - Êrîşên asmanî yên Îranê yên li ser partiyên Kurd ên li Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Di daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê medyaya civakî Xê yê PAKê de hat diyarkirin ku êrîş ne tenê xalên leşkerî, di heman demê de cihên çandî û taybet jî hedef digirin.

Di pirtûkxaneyê de xisara giran

Di daxuyaniya hatî dayîn de hat diyarkirin ku pirtûkxaneya taybet a Serokê Giştî yê PAKê Husên Yazdanpena, di yek ji êrîşên mûşekî de bi zanebûn hatiye hedefgirtin. Bi tundiya êrîşê pirtûkxane û hemû avahiyên derdorê bûne kavil. Lê belê rayedarên PAKê bal kişandin ser hûrguliyeke sembolîk di nav wê rûxandinê de û ev peyam parve kirin: "Her tişt hejiya û hat rûxandin; lê belê Ala Kurdistanê tam li cihê xwe ye û bêyî ku tu xisarê bibîne li ser piyan e".

Bîlançoya êrîşan giran dibe

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistana  ve hatî dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşên mûşekî û dironî yên Îranê de ku di van demên dawî de zêde bûne, windahiyên canî û birîndarî çêdibin. Li gorî agahiyên ku berê hatine parvekirin; di êrîşa li ser Balafirgeha Hewlêrê de xebatkarê parastinê Welat Tahir şehîd bibû. Di êrîşa li ser baregeha Komeleyê de jî Pêşmerge Îsmaîl Reîmî jiyana xwe ji dest dabû.

 

Parve bike: