Ukraynayê êrîş li Rusyayê kir
RûpelNews - Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku bi balafirên bêmirov êrîş li bajarê St. Petersburgê ku dikeve aliyê bakurê rojavayê welêt hat lidarxistin.
Parêzgarê Petersburgê Aleksandr Beglov di hisaba xwe ya medyaya civakî de diyar kir ku êrîş li herêmên cuda yên bajêr hatine kirin.
Li gor daxuyaiya Beglov di êrîşan de tesîsên binesazî yên li herêmên Kronştad, Kirov, Krasnoselsk ên bi ser bajarê Petersburgê ne hatine hedefgirtin û ji ber êrîşê ziyanên mezin ên maddî çêbûn.
Beglov daxuyakirin ku di encama êrîşan de gelek kesên sivîl birîndar bûn. Der barê hjemara birîndaran de agahî nehat dayîn.
Roja ku êrîş hat kirin li Petersburgê yek ji mezintir û girîngtirîn organîzasyona forûma aborî ya navdewletî hat vekirin. Her sal gelek karsaz û rayedarên ji dewletên cuda beşdarî vê forûmê dibin.