Li heşt herêmên Ukraynayê êrîşên hewayî
RûpelNews - Zelenskî diyar kir ku avahiyeke niştecihbûnê ya bilind li Kîevê buye armanc. Li Odesa, hat ragihandin ku termînaleke posteyê hat armanckirin, kesekê canê xwe ji dest da. Li Zaporijya, di êrîşê de avahiyeke nexweşxaneyê jî zerar dît.
Şaredarê Kîevê Vîtaliy Klîçko ragihand ku di encama êrîşên li ser paytextê de qurbanî çêbûne.
Bi 295 dronan êriş
Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di şevê de 295 dron avêtine, ku 267 ji wan hatine bêbandor kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dronan li 16 cihan hedefên diyar kirine, di heman demê de hin dron û bermahiyên wan li çar cihan ketine.
Di vê navberê de, Zelensky tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina zexta navneteweyî ya li ser Rûsyayê kir û anî ziman ku bêyî zexteke wiha, Moskow dê beriya zivistanê aloziyê zêdetir bike.