TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Trump xwest, FIFA jî cezaya fitbolîstê Amerîkayî rakir

📅 06 tîrmeh 2026 13:28
Fitbolîstê tîma neteweyî yê Amerîkayê Folarin Balogun di maça li dijî Bosna Hersek bi qerta sor hat cezakirin. Serokê Amerîkayê Trump telefonî Serokê FIFA'yê kir û jê xwest ku cezaya Balogun rake da ku ew di maça li dijî Belçîkayê de bilîze. FIFA'yê piştre ragihand ku cezaya li ser Balogun hat rakirin.

RûpelNews - Folarin Balogun ê fitbolîstê neteweyî ya Amerîkayê di maça li dijî Bosna Hersekê de qerta sor wergirtibû û pêşî lê hat girtin ku maça bê dê neleyize. Lêbelê, Serokê Amerîkayê Donald Trump telefonî Serokê FIFAyê Gianni Infantino kir û jê xwest ku cezayê betal bike da ku Balogun bikaribe di maça li dijî Belçîkayê de bilîze. 

FIFAyê qedexeya yek-maçî ya ku piştî qerta wî ya sor li ser Balogun hatibû danîn rakir û ragihand ku ew ê roja duşemê li dijî Belçîkayê bikaribe bilîze.

Trump: Ez spasiya FIFAyê dikim

Piştî vê biryara FIFAyê Trump li ser hesaba xwe yêa Truth Social peyameke wiha parve kir: "Ez dixwazim spasiya FIFA bikim ku tiştê rast kir û neheqiyeke mezin rast kir."

Sala borî, FIFAyê bi awayekî giştî piştgirya xwe li ser namzediya Trump ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ragihandibû û jê ra Xelata Aştî ya FIFayê dabû.

Parve bike: