Trump ji bo Serokê FIFAyê: Çûyîna wî dibe xeletiyeke mezin e
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamekê parve kir. Trump parastina Serokê FIFAyê Gianni Infantino kir ku di van demên dawî de rastî rexneyên tund û bangên îstifayê hat.
Li gor Trump "Infantino Kûpaya Cîhanê ya herî serkeftî ya hemû deman organîze kiriye û ew kesekî bêhempa ye.
Trump got: "Heke FIFA ji ber çi sedemê be jî bifikire ku Serok Gianni Infantino ji kar dûr bixe, wê şaşiyeke mezin bike, piştî çûyîna muhtemel a Infantino, Kûpaya Cîhanê dê tu carî ewqas serkeftî an jî biqezenc" nebe.
Çima gelek alî li dijî Infantino derdikeve?
Tebaxa borî, derket holê ku Serokê FIFAyê Infantino niyet bû ku ji sedî 20 heta 30ê parên Kûpaya Cîhanê bi rêya şîrketeke nû ya bi navê FIFA Forward Enterprise (FFE) ji veberhênerên taybet re veguhezîne. Li gorî planê, FFE dê mafên organîzekirina gelek tûrnûvayan, di nav de Kûpaya Cîhanê, di pêşerojê de biparêze, û di berdêla vê yekê de dê 4,2 milyar dolar bikeve xezîneya FIFAyê.
Di daxuyaniyeke berê ya FIFAyê de hatibû ragihandin ku, bi şertê pesendkirina ji aliyê piraniya komeleyên endam ve, proje dê ji aliyê fîrmaya sermayeya veberhênanê ya Amerîkî Thrive Capital ve were birêvebirin. Serokê şirketê Joshua Kushner e, ku birayê Jared Kushner, zavaê Serokê DYAyê Donald Trump e.