TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump, Venezuela wek parêzgeha 51. a Amerîkayê nîşan da

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 13 gulan 2026 12:45
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisaba xwe ya medyaya civakî wêneyek parve kir ku tê da Venezuelayê wek "parêzgeha 51-an" a Amerîkayê nîşan dida.

RûpelNews - Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social nexşeyek ku bakurê Amerîkaya Başûr nîşan dide, parve kir. Di wêneyê de Venezuela bi ala Amerîkayê pêçayî bû û "Parêzgaha 51-an" li ser hatibûn nivîsandin. Di parvekirinê de ti şîroveyeke din nehat dayîn.

Ev peyam piştî hevpeyvîneke ku Trump di 11ê Gulanê de dabû çapemeniya Amerîkayê hat belavkirin. Trump diyar kiribû ku ew "bi cidî" li ser wê yekê difikire ku Venezuelayê bike 51emîn eyaleta Amerîkayê û digot "Venezuelayê ji Trump hez dike." Wî her wiha bal kişand ser rezervên mezin ên petrolê yên welêt û anî ziman ku ev çavkanî ji bo Amerîkayê girîng in.

Parve bike: