Tirkiye
Serokê Amerîkayê Trump li Enqereyê ye
Serokê Amerîkayê Donald Trump gihişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê. Trump li balafirxaneyê ji hêla Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
RûpelNews -
Piştî 17 salan cara yekem Serokêkî ji Amerîkayê serdana Tirkiyê kir. Balafira ku Serokê Amerîkayê Donald Trump tê da bû gihişt Enqereyê.
Trump ji balafirê peya bû, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp jî çû pêşiya wî bo pêşwazîkirinê. Trump û Erdogan silav dan hev û hevûdu hembêzkirin. Piştre her duyan derbasî cîhê civînê bûn. Di civînê de pêwendiyên Enqere-Washington û kirîna F-35 di serî de gelek mijarên aborî û siyasî dê bên axaftin.
Piştî civînê Erdogan û Trump dê beşdarî lûtkeya NATOyê bibin. Li vir jî bi serkirdeyên welatên cuda re hevdîtin dê bê kirin.