TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump û Pûtîn serê Ukraynayê gotûbêj kirin

📅 09 sibat 2025 10:31

PeyamaKurd – Rojnameya New York Post ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, pêwendiyeke telefonî pêk anîne ku piştî dewra duyem a seroktiya Trump ev yekem pêwendî ye.

Rojnameyê daye xuyakirin ku di pêwendiya Trump û Pûtîn de, mijara bidawîanîna şerê Ukraynayê hatiye gotûbêjkirin.

Hîn derbarê pêwendiya Trump-Pûtîn de ji aliyê Koşka Spî ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Trump beriya niha ragihandibû, bi Pûtîn re têkiliyeke wî ya baş heye û planeke wî ya bidawîkirina şerê Ukraynayê jî heye.

Parve bike: