TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump Rûsya û Ûkraynayê pîroz kir

📅 07 îlon 2019 20:43

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku guhertina girtiyên siyasî di navbera Rûsya û Ûkrayna de gelek başe û wan pîroz kir. Trump di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:

“Îro Rûsya û Ûkrayna di navbera xwe de gelek girtiyan guhertin. Xebereka gelek baş e. Belkî bo aştiyê gaveka gelek mezin e. Ez her dû welatan pîroz dikim.”

Sala borî di navbera Rûsya û Ûkraynayê de krîza Kerçê çêbû. Di bûyerê de 24 deryavanên Ûkraynayî û 11 girtiyên siyasî yên ku di demên cuda de hatibûn girtin, îro dageriyan Ûkraynayê. 35 girtiyên siyasî yên Rûsyayê ku li Ûkraynayê girtîbûn, dageriyan welatê xwe.

Parve bike: