Trump: Peyman ne bi dilê min be, em dê dest bi bombebaranê bikin
RûpelNews - Serokê DYAyê Donald Trump, di axaftina xwe ya ji bo çapemeniyê de li Lûtkeya G7ê a li Fransayê, got ku ew ê bi Serokê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî re li ser mijarên bazirganiyê û nakokiya li ser Bendava Mezin a Nûjenbûnê ya Etiyopyayê gotûbêj bike.
Xalên sereke yên axaftina Trump wiha ne:
"Peymana bi Îranê re hêj ne teqez e; eger ev peyman ne li gor dilê min be, em dê dîsa dest bi bombebaranê bikin.
Peyman sivikirina yekser a cezayan li xwe nagire, lê ev mijar dê paşê were çareserkirin.
Ev momerandûmeke lihevkirinê ye. Û eger ne li gor dilê min be, em dê vegerin ser gulebarankirina wan, avêtina bombeyên li ser serê wan. Heger ez jê hez nekim, heger ew xwe baş nîşan nedin, em dê vegerin ser teqandina bombeyên rasterast li ser serê wan, baş e?
Min bi Serokê Sûriyê re derbarê şerê li dijî Hizbulahê de axivî.
Em dê bi Sîsî re li ser bazirganiyê gotûbêj bikin.
Em ê herwiha mijara 'bendava gengeşî' jî gotûbêj bikin."