TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump miameleya eyaleta Amerîkayê li Kanadayê kir

📅 23 tebax 2026 11:24
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber lihevnekirina li ser bihayên berheman bang li Kanadayê kir û got: "Kanada dixwaze beri ku bibe eyaleta Amerîkayê, ji feydeyên eyaletbûnê sûd werbigire. Êdî bes e!"

RûpelNews - Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê nakokiya tarîfeyan a bi Kanadayê re daxuyaniyekê da.

Trump diyar kir Kanadayê bi salan e pere ji cotkarên Amerîkayî distand û wan di bin tarîfeyan de dihîşt, ew ê êdî destûrê nedin vê yekê û got: "Kanada dixwaze bêyî ku bi rastî bibe eyalet (a DYAyê) ji feydeyên eyaletbûnê sûd werbigire. Êdî na!"

Trump berê jî gelek daxuyanî dabûn ku tê de digot, "Divê Kanada bibe eyaleta 51emîn a DYAyê". 

Piştî biryara DYAyê ya danîna tarîfeyeke ji sedî 50 li ser kelûpelên Kanadayî yên bi nirxê nêzîkî 20 milyar dolarî, Kanadayê ragihandibû ku ew ê li dijî van tarîfeyan tola xwe hilîne û danûstandin hatine rawestandin.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney diyar kiribû ku ew ê di rojên pêş de hûrgiliyên tedbîrên tarîfeyê yên nû yên li dijî DYAyê ragihînin û ev tarîfe dê di 8ê Îlonê de bikevin meriyetê.
 

Parve bike: