TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Trump li ser riya Enqerê ye: Ew ê bi kê re hevdîtinan bike, dê çi peyaman ragihîne?

📅 06 tîrmeh 2026 08:36
Bernameya serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a li Enqerê, wekî beşek ji Lûtkeya 36emîn a NATOyê, hat ragihandin. Trump dê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, her wiha bi Volodîmîr Zelenskyy û Ahmet Şara re hevdîtinê bike.

RûpelNews - Tê payîn ku Trump sibe piştî nîvro bigihîje Enqerê. Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerkayê (DYA) dê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî were pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziya fermî û merasîma Pêşengên Rûmetê, dê hevdîtineke dualî di navbera Erdogan û Trump de pêk were. Ew ê her wiha bi Zelenskiy û Şara re jî bicive.

Roja Çarşemê, Trump dê beşdarî merasîma pêşwaziya fermî û danişîna wêneyê komî ya ku wekî beşek ji Lûtkeya NATOyê ya Serokên Dewlet û Hikûmetan tê organîzekirin, bibe. Piştre ew ê beşdarî Danişîna Kar a Rêberên NATOyê bibe.

Serokê DYAyê dê di heman piştî nîvro de bi Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy û Serokê demkî yê Sûriyê Ahmed Şare re hevdîtinên dualî yên cuda li dar bixe.

Sûriye û ewlehiya herêmî di rojeva hevdîtinê de ne

Li gorî nûçeyên medyaya Amerîkî, tê payîn ku hevdîtina Trump a bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ne tenê têkiliyên Tirkiye-DYA, lê her weha geşedanên herî dawî yên li Sûriyeyê, ewlehiya herêmî û hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn piştî aloziyên Îran-Îsraîlê jî li xwe bigire. Di heman demê de, hevdîtina Trump a bi Serokê demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara re, ji aliyê nêzîkatiya Washingtonê ya ji bo serdemeke nû di têkiliyên bi rejîma Dimeşqê re de, wekî xaleke krîtîk tê dîtin.

Trump dê piştî bidawîbûna hevdîtinên xwe yên li Enqerê, serdana xwe bi konferanseke çapemeniyê bi dawî bike.

Parve bike: