TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump li ser operasyoneke bejayî ya dijî Îranê axivî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 adar 2026 21:52
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump got, wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netenyahu re gotiye ku divê qadên petrol û gazê yên Îranê neyên armancgirtin. Trump her wiha diyar kir ku şandina leşkerên Amerîkî bo Îranê ne di rojeva wan de ye.

RûpelNews - Trump, di dema civîneke bi Serokwezîra Japonyayê Sanae Takaîçî re li Qesra Spî de, di dema axaftina ji bo çapemeniyê de li Ofîsa Oval, li ser egera êrîşên Îsraîlê yên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê axivî.

Trump, ku amaje pê kir ku wî ev mijar bi Netanyahu re gotûbêj kiriye, got, "Min jê re got ku vê yekê neke. Em neteweyên serbixwe ne lê em bi koordînasyonê dixebitin. Heke tiştek hebe ku ez jê hez nekim, em wî nakin."

Wekî bersiv ji bo pirsekê li ser wê yekê ku gelo dê leşkerên Amerîkî ji bo Îranê bên şandin, Trump bersiv da, "Ez ti leşkerên Amerîkî naşînim. Heta ku min bişanda jî, min ê ji we re nedigot."

Trump, derbarê Tengava Hurmuzê de rexne li NATOyê girt

Trump her wiha welatên NATOyê rexne kir ji ber ku wan diyar kiribû ku ew ê piştgiriya hewldanên ji bo misogerkirina ewlehiya Tengava Hurmuzê nekin.
Trump, ku bêhêvîbûna xwe ji ber têkçûna NATOyê ya di dayîna piştgiriyê de li ser vê mijarê anî ziman û got, ew bawer dike ku Japonya dikare alîkariya DYAyê bike.
Trump her wiha îdia kir ku Girava Hark a Îranê dikare di demek kurt de were dagirkirin, lê diyar kir ku gaveke wiha nehatiye avêtin ji ber ku wan nexwestiye zirarê bidin boriyên petrolê û binesaziyê.

"Îran gelek nêzîkî çêkirina çeka atomî bû"

Trump îdia kir ku Îran gelek nêzîkî pêşxistina çekek nukleerî bûye, û destwerdana leşkerî ya DYAyê wekî "operasyoneke demkî" bi nav kir.
Trump got, "Îran ji bo tevahiya Rojhilata Navîn gefek bû," û lê zêde kir ku ew neçar mane vê destwerdanê bikin lê hewl didin xwe ji operasyoneke leşkerî ya berfirehtir dûr bixin.

Pentagonê daxwaza 200 milyar dolarên din kiriye

Rojnamevanekî ev pirs ji Trum kir, "Madem dibêjin di şerî de bi ser ketine lê çima zêdetir pereyan dixwazin? Trump wiha bersiva vê pirsê da: “200 milyar dolarên zêde yên ku ji aliyê Pentagonê ve hatine xwestin, ne tenê bi Îranê ve girêdayî ne.”
Trump destnîşan kir ku hawîrdora ewlehiya cîhanî her ku diçe "bêaram" dibe û divê artêşa DYA di van şert û mercan de xurt bimîne.

Piştgiriya Japonyayê ji bo Amerîkayê

Serokwezîra Japonyayê Takaîchî jî diyar kir ku welatê wê piştgiriyê dide êrîşên DYA'yê yên li ser Îranê, û lê zêde kir ku divê neyê hiştin ku Îran bibibe xwediyê çekên atomî.
Takaîchî her wiha êrîşên tolhildanê yên Îranê yên li dijî dewletên Kendavê û girtina Tengava Hormuzê ji aliyê Tehrranê ve şermezar kir.

Parve bike: