Trump li ser Kubayê operasyonekê difikire
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî bernameya "The Axios Show" a Marc Caputo bû.
Trump bilêv kir ku amadekariyê dikin ku li ser rejîma Kubayê bandora xwe zêdetir bikin û ji bo vê yek ji alternatîfên wan operasyoneke leşkerî ye.
Li ser pirsa şêwaza operasyonê Trump Kuba û Îranê da ber hev û wiha bersiv da:
"Cîhê ku behs dikin ji me re gelek nêzîk e. Ji aliyê din tu li Îranê dinêrî ew der gelek dûr e. Çend caran çûm wê herêmê. Venezuela dîsa nêz e lê Kuba bi qasî gaveke."
Trump bal kişand ser erdê Kubayê î wiha got: "Petrola Venezuelayê heye ya Kubayê nîn e lêbelê gelek erdên xweşik û peraveke nûwaze ya Kubayê heye."
Trump qala dem û dîroka operasyonê nekir lê da zanîn ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ku kurê malbateke koçber a Kubayê ye li ser vê bi awayeke çalak dixebite.