Trump li Qesra Spî xwarineke fitarê da
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo rojiya meha Remezanê li Qesra Spî xwarineke fitarê da.
Nûnerên dîplomatîk ên welatên misilman ku li Washingtonê wezîfedar in, beşdarî fitara Qesra Spî bûn. Serokê Amerîkayê Trump beriya fitarê axaftineke kurt kir û got ku meha Remezanê ji bo hemû misilmanan girîng e û têkiliya misilmanan xurt dike.
Trump wiha axivî: "Ez rojî û Remezana hemû misilmanên cîhanê pîroz dikim, ji bo min rûmetek e ku Qesra Spî mazûvaniya xwarina vê fitarê dike."
Hêjayî gotinê ye ku heta sala 2016an nêzîkî 20 salî li Koşka Spî fitar dihat dayîn, lê sala ku Trump dest bi wezîfeyê kir, wê salê fitar nehat dayîn. Wekî serok Trump fitara ewil sala par dabû.
Pres. Trump hosted his second annual iftar dinner on Monday night at the White House. The dinner, which breaks the daily fast of Ramadan for Muslims around the world, was attended by various Muslim diplomatic leaders. https://t.co/xXdycS4QiV pic.twitter.com/ZT3vZiAP2C
— ABC News (@ABC) 14 Mayıs 2019