Trump ketina sê saziyên medyayê bo Qesra Spî qedexe kir
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ketina CNN, MSNBC û Politico bo Qesra Spî hatiye qedexekirin.
Trump di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, ragihand ku ketina CNN, MSNBC û Politico bo Qesra Spî, bi awayekî demildest, hatiye astengkirin. Trump ev dezgeh bi wê yekê tohmetbar kirin ku bi berdewamî "nûçeyên derewîn û çêkirî" çêdikin.
Herwiha Trump îdia kir ku Politico di dema rêveberiya Joe Biden de, ji bo ku karibe berdewam bike, bi qasî 8 milyon dolaran piştgiriya abonetiyê ya neyasayî ji hikûmeta Amerîkayê wergirtiye.
Trump bi destnîşankirina wê yekê ku biryar demildest dikeve meriyetê, got: "Divê rê neyê dayîn ku dezgehên medyayê dema derbarê Serokê Amerîkayê, rêveberiya Trump an jî Dewletên Yekbûyî de nûçeyan çêdikin, bi berdewamî nûçeyên çêkirî û derewîn binivîsin. Dê di demeke nêzîk de rê li ber dezgehên din ên medyayê yên ku nûçeyên derewîn belav dikin jî were girtin."