Trump: Li Îranê rejîm guherî, peymaneke nû nêzîk e!
RûpelNews - Serokê DYA Donald Trump, hem di hevpeyvîneke bi rojnameya Fînancîal Tîmes re û hem jî di daxuyaniyên xwe yên ji bo rojnamevanan ya di firokeya Air Force One, li ser aloziyên berdewam ên bi Îranê re û pêvajoya danûstandinan axivî. Trump, her çiqas tekezî li ser egera çareseriyeke dîplomatîk kir jî, di heman demê de derbarê çavkaniyên enerjiyê û hêza leşkerî ya Îranê de jî daxuyaniyên girîng dan.
Trump got, ‘peymaneke nû nêzîk e’
Trump diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re bi awayekî erênî dimeşin û pêşniyar kir ku di pêşerojeke nêz de peymanek dikare were girêdan. Lêbelê, wî her wiha destnîşan kir ku pêvajo ne diyar e û dibe ku peyman pêk neyê.
Serokê DYAyê tekez kir ku şertê bingehîn ji bo danûstandinan devjêberdana Îranê ya ji şiyanên xwe yên çekên atomî ye.
Peyam li ser çavkaniyên enerjiyê û Tengava Hurmuzê
Trump, ku îşaret bi girîngiya stratejîk a çavkaniyên petrolê yên Îranê kir, got ku ev çavkanî dikarin wekî amûrek ji bo zextekê werin bikaranîn. Trump, ku diyar kir ku eger pêwîst be DYA dikare petrola Îranê desteser bike, tekez kir ku ewlehiya enerjiyê ya li herêmê yek ji girîntirîn mijaran e.
Trump her wiha derbarê Tengava Hurmuzê de daxuyaniyek da, û îdia kir ku Îranê destûr daye derbasbûna 20 tangêrên petrolê û ku ew vê yekê wekî "îşaretek" ber bi pêvajoya danûstandinan ve dibîne.
‘Heke peyman neyê îmzekirin dê encamên giran hebin’
Trump zimanekî tund bi kar anî û diyar kir ku heke Îran daxwazên DYAyê qebûl neke, dê bi encamên giran re rû bi rû bimîne. Wî got ku, li gorî şertên pêşniyara DYAyê, divê Îran çalakiyên bi temamî sînordar bike.
Îdiayên li ser operasyonên leşkerî
Serokê DYAyê her wiha derbarê operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de îdiayên balkêş anîn ziman. Trump îdia kir ku di demeke kurt de hejmareke mezin ji armancên leşkerî hatine bêbandorkirin, û anî ziman ku hêza hewayî û deryayî yên Îranê bi awayekî berbiçav lawaz bûne.
Îdiaya 'guhertina rejîmê'
Trump her wiha nirxandineke balkêş li ser avaniya rêveberiyê ya Îranê kir û tekez kir ku li welêt bi awayekî de facto 'guhertineke rejîmê' pêk hatiye. Trump, ku îdia kir serkirdayetiya berê bi piranî hatiye guhetrtin, got ku aktorên nû nêzîkatiyeke cuda dişopînin.
Nîqaşên peymana atomî dîsa di rojevê de ye
Trump careke din peymana atomî ya ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin rexne kir û anî ziman ku ew di sekinandina hêza atomî ya Îranê de bi ser neketiye. Wî diyar kir ku polîtîkaya heyî ya DYAyê armanc dike ku vê rîskê ji holê rake.
Trump dîsa bangî endamên NATOyê kir
Serokê DYAyê her wiha bang li hevalbendên NATOyê kir û diyar kir ku divê ew di krîzên herêmî de berpirsiyariyeke mezintir bigirin ser xwe. Wî dubare kir ku DYA dê barê ewlehiyê bi tena serê xwe hilnagire.