Trump: Bawer nakim li Îranê rejîm bê guhertin
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo beşdarî Lûtkeya G7an bibe gihişt Fransayê û li vir derheqê peymana bi Îranê re hatibû kirin de axivî.
Trump diyar kir ku wan "peymaneke gelek nûwaze" kir û wiha got, "Em niha derbasî qonaxa duyemîn bûn. Em li Îranê veberhênanê nakin, lê peymaneke me ya adil heye."
"Eger Îran çekên nukleerî bi dest bixe, dê encam giran bin"
Trump ragihand ku Îran dê xwedî çekên nukleerî nebe û wiha got: "Eger Îran çekên nukleerî bi dest bixe, dê encam wê gelek giran bin."
Der barê ihtîmala guhertina rejîma li Îranê de Trump got, "Eger hûn ê behsa guhertina rejîmê bikin, serokatiya Îranê bi temamî guheriye. Ez bi guhertina rejîmê bawer nakim. Ew salan diajo û bi ser nakeve."
Trump: Min ji Îsraîlê re got, 'Bila Sûriye bi Hizbulahê re mijûl bibe'
Trump li ser gavên ku Îsraîl dê di derbarê peymanê de biavêje wiha axivî:
"Rêberê ku me li Sûriyeyê daniye karekî xweş dike. Ew di mijara Hezbillahê de jî pir serkeftî ye. Îsraîl demeke dirêj e li dijî Hezbillahê şer dike û gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Min ji Îsraîlê re got, 'Bila Sûriye bi Hezbillahê re mijûl bibe.' Rastî bêjim, ew ê ji Îsraîlê baştir vî karî bikin."