Rojhilata Navîn
Trump: Leşkerên ku ber bi Beyrûtê ve diçûn hatin vegerandin
Serokê DYAyê Trump ragihand ku wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re hevdîtin kiriye û ku ti leşker dê ji bo Beyrûtê neyên şandin; yekîneyên ku bi rê ketibûn jî hatine vegerandin.
RûpelNews - Serokê DYAyê Donald Trump daxuyaniyeke nivîskî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Trump got, "Min bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re civîn li dar xist. Ti leşker dê ji bo Beyrûtê neyên şandin û yên bi rê ketibûn jî hatine vegerandin. Bi heman awayî, min bi rêya nûnerên payebilind bi Hizbulahê re danûstandin kirin û li hev hatin ku hemû dijminatî bên rawestandin. Îsraîl dê êrîşî wan neke û ew jî dê êrîşî Îsraîlê nekin."
Derbarê Îranê de jî Trump diyar kir, "Guftûgo bi Îranê re bi lez û bez berdewam dikin."
Lêbelê, Îranê ragihandibû ku danûstandinên bi Amerîkayê re, yên ku bi navbeynkariyê dihatin meşandin, hatine rawestandin.