TR KU AR
FB X IG
Cîhan

CENTCOM: 127 keştiyên ku diçûn Îranê hatin astengkirin

Haber Merkezi
Edîtor
📅 05 hezîran 2026 09:38
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand 127 keştiyên ku dxwestin biçin Îranê di çarçoveya dorpêça Tengava Hurmuzê de hatin astengkirin û berê wan hatin guhertin.

RûpelNews - CENTCOMê di hisaba xwe ya medyaya civakî de der barê dorpêça Tengava Hurmuzê de daxuyaniyekê belav kir.

Di parvekirinê de hat ragihandin di dorpêça behrê ya li dijî Îranê de ji 31 Gulanê pê ve 127 keştiyên bazirganî dixwestin biçin bendergehên Îranê hatin astengkirin û berê wan ber bi ciheke din ve hat guhertin.

Amerîka ji 13 Nîsanê vir de dorpêça behrê li dijî Îranê daye destpêkirin.

 

Parve bike: