Jiyan
Trump ji OPEC ê xwest da hilberînê piçek zêde bikin
PeyamaKurd- Bi sedema bilindbûna bihayê petrola dinyayê, serokê Amerîkayê Donald Trump bang li endamên OPEC ê kir û behsa endîşeyên xwe yên bilindbûna bihayê petrolê kir û xwest ku hinekî sistiyê bixin hilberînê.
Trump di ser hesabê xwe yê Twitter ê got: “Girînge ku OPEC hilberîna petrolê zêde bike. Bazar ne başe û bihayê petrolê zêde ye. Sipas dikim.”
24 endamên OPEC ê di meha 12 an de, rojane hilberînê 800 hezar varêl kêmkiribûn û yên ne endam bûn, rojane 400 hezar varêl hilberîna xwe kêm kiribûn ku dike 1.2 mîlyon varêl.