Trump ji Netanyahu re got: Tu dîn î qehra Xwedê li te be
RûpelNews - Li gor nûçeya Axiosê ya ji medyaya Amerîkayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê operasyonên li dijî Beyrûda Lubnanê de bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re di telefon de axivî û hevdîtinê de ji hêla Trump ve gotinên giran hatine bilêvkirin.
Trump ji Netanyahu re got: Tu nankor î
Di nûçeyê de 3 rayedarên Amerîkayî wek çavkanî hatin nîşandan û li gor ragihandina wan, Trump di hevdîtinê de Netanyahu wek ‘mankor’ sucdar kir û li ser doza wî ya gendeliyê jê re bi dengede bilind wiha got:
“Tu dîn î bicehime, qehra Xwedê li te be, bi saya min tu di zindanê de nîn î. Min q*na te xelas kir. Niha herkes ji te aciz e, tu kes ji te û ji Îsraîlê hez nake. Tu niha çi g* dixwî.”
Sedema aciziya Trump şikestina egera peymana bi Îranê re ye
Li gor axaftina çavkaniyan sedema acizbûna Trump ew e ku guftûgoyên ligel Îranê ten kirin neçe serî. Tê gotin Trump girîngiyeke mezin dide van guftûgoyan ku encameke jê derkeve. Aliyê Îranê ragihandibû eger peymanek bê çêkirin divê operasyonên li dijî Lubnanê jî bên rawestandin. Berê niha Netanyahu fermana operasyona li dijî Lubnanê dab û ev jî Trump aciz kir. Tê amade kirin piştî hevdîtina vê telefonê ya navbera Trump û Netanyahu, plana operasyona li dijî Beyrûda Lubnanê hat betalkirin.