Netanyahu plana Trump red kir
RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu careke din plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xazzeyê red kir.
Netanyahu di peyameke vîdyoyî de ku derbarê planê de belav kir wiha got: "Me ew qebûl nekir, ev ne pêşniyara me ye."
Netanyahu diyar kir ku pêşnûmayek ji Washingtonê ji wan re hatibû şandin lê wan ew pêşnûma red kirine û destnîşan kir ku wan guhertin li ser planê pêşniyar kirine.
Hate ragihandin ku endamên rastgirên tund ên hikûmeta koalîsyonê ya bi pêşengiya Netanyahu, di rojên dawî de zext li Serokwezîr dikirin ku peymanê red bike.
Plana Trump a li ser bidawîkirina şerê li Xazzeyê neçû serî
Di daxuyaniyeke roja îniya borî de, Trump ragihand ku Hamasê qebûl kiriye ku çekên xwe deynê ku planek ji bo bêçekkirina rêxistinê û vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezeyê tê amadekirin û vê yekê wekî 'qonaxeke girîng' ya ber bi bidawîkirina şer ve bi nav kir.
Li gorî malpera nûçeyan a Îsraîlî The Times of Israel berpirsekî payebilind ê Amerîkî yê ku hefteya borî rojnamevan agahdar kiribûn, tekez kir ku pêşniyara bêçekkirinê payîza borî ji aliyê Îsraîlê ve jixwe hatibû qebûlkirin û ew beşek ji plana 20 xalî ya ku ji aliyê Trump ve ji bo bidawîkirina Şerê Gazzeyê hatibû amadekirin, pêk dianî.