Trump: Îşev şaristaniyek dê ji holê rabe
RûpelNews - Amerîkayê li Girava Xarkê xist berî ku mohleta Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Îranê bi dawî bibe. Digel ku heta saet 03.00an li çareseriyeke dîplomatîk dihat gerîn, Qeterê hişyarî da ku "rewş li ber e ji kontrolê derkeve."
Berî ku dema ku Trump ji bo vekirina Tengava Hurmuzê diyar kiribû bi dawî bibe, Amerîkayê êrîşî Girava Xarkê kir ku yek ji navendên enerjiyê yên Îranê ye. Berpirsekî amerîkî ku ji Axiosê re axivî got ku hedefên leşkerî yên li giravê hatine lêdan.
Serokê Amerîkayê Trump di parvekirineke li ser Truth Socialê de îşaret bi êrîşê da:
"Îşev, şaristaniyeke mezin dê were tune kirin û careke din venegere. Ez naxwazim ev yek bibe, lê îhtîmal e ku bibe. Lêbelê, bi guhertineke rejîmê ya tam û berfireh, di hawîrdoreke ku tê de hişên cuda, jîrtir û kêmtir radîkalîzekirî serdest bin, dibe ku tiştek bi rastî şoreşgerî û ecêb derkeve holê, kî dizane? Em dê îşev, di yek ji kêliyên herî girîng ên dîroka dirêj û aloz a cîhanê de, pê bizanibin. 47 salên talan, gendelî û mirinê dê di dawiyê de bi dawî bibin."