Trump: Îran têk çûye, peymaneke nû dixwaze lê ez qebûl nakim
RûpelNews - Trump şîroveyên xwe bi rêya platforma xwe ya medyaya civakî, Truth Social, parve kirin.
Wî pesnê operasyonên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li dijî Îranê da û medya rexne kir.
Di peyama xwe de, Trump her wiha medyaya Amerîkî rexne kir û anî ziman ku serkeftina operasyonên artêşa DYAyê yên li dijî Îranê bi têra xwe nehatiye nîşandan.
Di parvekirina xwe de, Serokê DYA'yê diyar kir, 'medyaya nûçeyên derewîn hez nake gava ez dibêjim ka artêşa DYAyê li dijî Îranê çiqas baş tevdigere.'
Şerê Îran, Îsraîl û Amerîkayê di 15emîn roj de ye
Di 15emîn roja şerê Îran, Îsraîl û Amerîkay de jî hewlên ji bû rawestandina şer bê encam mane. Şer, hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê aborî ve bandora xwe li ser herêmê didomîne. Di du hefteyên borî de, êrîşên hewayî yên dualî, avêtina moşekan û operasyonên ku binkeyên stratejîk dikin armanc, di navenda pevçûnê de bûn.
Ji rojên yekem ên şer ve, hêzên Amerîkî û Îsraîlî êrîşên hewayî pêk anîne ku binesaziya leşkerî, depoyên mûşekan û hin binkeyên enerjiyê yên stratejîk li Îranê kirine armanc. Wekî bersiv, Îranê êrîşên mûşekên balîstîk û dronan li dijî baregehên Amerîkî yên li herêmê û Îsraîlê pêk anîne.
Dema ku DYA balafirên bombebaranê yên ku dikarin demeke dirêj jî li hewa bin li hin baregehên xwe yên leşkerî yên li herêmê bi cih kirin, Îranê jî bi rêya Pasdaranê Şoreşê û komên hevalbend zexta leşkerî li herêmê zêde kir.
Binkeyên petrolê hatin armanckirin
Di dema pevçûnan de, binkeyên ku ji bo hinardeya petrolê ya Îranê xwedî girîngiyeke krîtîk in jî bûn armanc. Van êrîşan li bazarên enerjiyê yên cîhanê bûn sedema bêîstiqrariyê.
Digel ku civaka navneteweyî banga agirbestê dike, operasyonên leşkerî yên aliyên têkildar berdewam dikin. Pispor hişyarî didin ku rîska wê yekê heye ku pevçûn veguhere krîzeke ewlehiyê ya berfirehtir.