Cîhan
Trump: Îran dixwaze em li hev bên
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Îran bi rastî jî dixwaze ku lihevkirinek/peymanek çêbibe û ev peyman hem ji bo Amerîka, hem ji bo kesen bi me re ne dê baş bibe."
RûpelNews - Donald Trump der barê guftûgoyên bi Îranê re tên kirin li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da.
Li gorî gotina Trump, Îran dixwaze ku ligel Amerîkayê li hev bê û peymanekê bê ragihandin. Trump da zanîn di demekê de dê her tişt baş bibe.
Trump di parvekirineke xwe ya din de jî red kir ku di pêşnûmaya peymana pêşkêşî Îranê hat kirin mijara nukleerê cîh negirt. Trumo da zanîn di pêşnûmayê de bi zelalî hat nivîsandin ku Îran dê nebe xwediyê çekên nukleer.