Trump: Gemaroyên li ser Tirkiyeyê radikin
RûpelNews - Serokê DYA'yê Donald Trump ku ji bo Lûtkeya 36emîn a Lîderên NATO'yê li Enqerê bû, piştî merasîma pêşwaziya fermî li gel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan daxuyanî da.
Derbarê firotina balafirên şer ên F-35 de ku Tirkiyeyê demeke dirêj e hewl dide wan bi dest bixe, Trump wiha got:
"Ew biryareke ku divê em bidin. Têkiliya me pir baş e. Her kes dipirse çima divê em vê yekê nekin. Tirkiye dilsoz e, mîna gelek welatên din. Ev mijareke ku em li ser difikirin e. F-35 balafira herî baş a cîhanê ye, û em ê vê yekê li ber çavan bigirin."
Erdogan: Trump soza 5 heb F-35an da me
Piştî Trump ji Erdoğan jî derbarê geşedanên di warê firotina F-35an de pirs hat kirin.
Erdoğan ku diyar kir ku mijara F-35ê ji bo Tirkiyeyê ne mijareke nû ye, destnîşan kir ku wan berê jî ev mijar bi rayedarên Amerîkî re gotûbêj kiriye û lê zêde kir: "Ji me re soza pênc firokeyan hat dayîn. Birêz Trump her dem li ser soza xwe ye."
Trump: Em dê cezayan rakin
Derbarê cezayên CAATSAyê de Trump got: "Em ê cezayan rakin. Wextê wê hatiye. Ez naxwazim Tirkiyeyê, hevalê xwe, bi cezayan bifetisînim. Em naxwazin hevalên me bikevin bin cezayan, mesele ewqas hêsan e. Em cezayan li hevalên xwe ferz nakin."