TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump, gef li Îranê xwar: Dibe ku li ser rûyê erdê nemîne

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 22:57
Serokê Amerîayê Donald Trump derbarê egera  êrişeke Îranê ya li ser keştiyên Amerîkî yên li Tengava Hurmizê de daxuyaniyên tund dan. Trump di axaftina xwe ya ji bo Fox Newsê de diyar kir ku eger êrîşek li ser keştiyên Amerîkî pêk were, Îran dê "rûbirûyê encamên giran bibe" û  dibe ku Îranê "ji ser rûyê erdê rakin".

RûpelNews - Derbarê aloziyên dawî yên li Tengava Hurmizê de gelek îdiayên cuda derketine holê. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hin keştiyên Îranê hewl dan êrîşî keştiyên şer û yên bazirganî yên Amerîkî li tengavê bikin û di bersivê de şeş keştî hatine binavkirin.

Fermandarê CENTCOMê daxuyanî da

Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper diyar kir ku keştî ji ber ku "ew li dijî keştiyên sivîl hatibûn armanckirin" hatine lêdan.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîm, ku nêzîkî aliyê Îranê ye, îdia kir ku artêşa Îranê li Tengava Hurmizê keştiyeke deryayî ya Amerîkayê armanc girtiye. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku keştiyê hewl daye bi radara xwe ya girtî nêzîk bibe û piştî ku hatiye tespîtkirin hatiye hişyarkirin. Her wiha hat ragihandin ku Îranê wek hişyariyek çend gule li keştiyê reşandine.
Lêbelê, aliyê Amerîkî van îdiayan îranê red dike.

Geşedanên derbarê aloziyên li herêmê de berdewam dikin û ji aliyên têkildar daxuyaniyên cuda tên ragihandin.

Parve bike: