Trump: Ez çi bixwazim Netanyahu dê wê bike
RûpelNews - Serokê DYA'yê Trump beriya geşta xwe bi çapemeniyê re axivî.
Trump wiha got:
"Ez dizanim çawa bi ser bikevim. Ew nizanin. Ez çi ji Netanyahu bixwazim, ew dê bike. Ez çi jê bixwazim, ew dê bike. Ew ji bo min mirovekî baş e. Ew serokwezîrekî dema şer e. Eger ez niha li Îsraîlê ji bo serokwezîriyê xwe berbijêr bikim, dê rêjeya pejirandina min ji sedî 99 be. Eger ez piştî dawîhatina serokatiya xwe biçim wir û xwe wek berbijêr nîşan bidim, ez dê bi ser bikevim. Herzog bi Netanyahu re baş tevnagere. Heta ku Îsa jî bihata û li Kalîforniyayê wek berbijêr xwe bidaya pêş, wî jî bi ser nediket. Hilbijartinên sexte tên kirin. Demokrat gelek zêde dengan distînin. Merasîma ku li Çînê ji bo Putin hat lidarxistin, bi qasî ya ku ji bo min hatibû lidarxistin baş nebû."
Trump axaftina xwe wiha domand:
"Em li Venezuelayê û Îranê bi ser ketin û heta niha me tenê 13 kes ji dest dane. Di hin şeran de, 100 hezar kes hatin windakirin. Televîzyon her dibêje '13 kes hatin ji dest dan.' Belê, 13 kes hatin ji dest dan, lê tiştê ku me kir ecêb bû. Me bi awayekî bibandor Îran ji holê rakir. Di sê salên pêş de dê hin pêşketinên hêja çêbibin. Ez dê bibim serokê herî mezin ê heta niha."