Kurdistan
Trump êrîşa li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê, Tom Barrack bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî. Barrack ragihand ku Trump êrîşên ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û peyama sersaxî bo Pêşmergeyên şehîd şand.
RûpelNews - Tom Barrack bi rêya telefonê ligel Nêçîrvan Barzanî hevdîtinekê pêk anî. Di hevdîtinê de rûdanên dawî hatin axaftin.
Nêçîrvan Barzanî di ser hesaba xwe ya medyaya civakî de diyar kir Tom Barrack li wî geriya û ligel wî êrîşên li ser Pêşmergeyan û êrîşa li ser mala wî hate kirin axivîn.
Di hevdîtinê de Tom Barrack peyama sersaxî ya Trump bo Pêşemergeyên şehid ragihand û da zaninin Trump bi awayeke tundî êrîşa ser Peşmerge li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir.
Barzanî di peyama xwe de amaje kir ew bi vê peyama Trump û bo piştgiriya Amerîka li ser aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê dilxweş in.