Trump: Êdî sebir nakim, divê Îran li hev bike
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump di serdana xwe ya Çînê de, ji Fox News re axivî û gelek mijar bi Serokê Çînê Şi Jinping re gotûbêj kirine û her tişt baş derbas bûye.
Trump, di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ew ê 'dîsa sebir neke' derbarê Îranê de, û lê zêde kir ku Serokê Çînê Şi 'pêşniyara alîkariyê ji bo peymanê' kiriye.
Trump got, "Ez ê êdî sebir nekim, û divê Îran bigihîje lihevkirinekê. Dibe ku Serokê Çînê Şi xwedî wê şiyanê be ku bandorê li Îranê bike. Xi dixwaze bi Îranê re bigihîje lihevkirinekê û di vî warî de pêşniyara alîkariyê kiriye."
Peyama 'bersiva leşkerî'
Trump îdia kir tesîsên nukleerê yên Îranê ji nêz ve tên şopandin û wî got: "Eger li tesîsên nukleerê ti çalakiyek çêbibe, dê 'bersiveke leşkerî' were dayîn. Trump wiha axivî: "Tesîsên nukleerê yên Îranê bi rêya neh kamerayan bi şev û roj di bin çavdêriyê de ne, dê di nav tesîsan de eger çalakiyek an tevgerek bê dîtin operasyona leşkerî ew ê bidin destpêkirin."
"Çînê qebûl kir ku petrola Amerîkayê bikire"
Trump her wiha diyar kir ku Çînê qebûl kiriye ku petrola Amerîkayê bikire. Trump got, "Çîn nêzîkî ji sedî 40ê pêdiviyên xwe yên petrolê ji çavkaniyek tenê li Rojhilata Navîn peyda dike. Çînê qebûl kiriye ku petrola Amerîkî bikire, û keştî dê di demek nêz de ber bi benderên me ve bi rê bikevin."