Cîhan
Trump: Divê Îran uranyuma dewlemendkirî îmha bike
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donld Trump diyar kir ku divê depoya uranyuma dewlemendkirî ya Îranê yan bo Amerîkayê were veguhestin yan jî bi hevkariya Îranê di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) de were îmhakirin.
RûpelNews - Serokê DY'yê Donald Trump di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Uranîyûma dewlemendkirî (toza atomî) dê an yekser radestî DYAyê were kirin, bînin vir û were îmhakirin, an jî, bi daxwaza, li cihê xwe an li cihekî din ê qebûlkirî di bin çavdêriya Komîsyona Enerjiya Atomî an saziyeke wekhev de, bi hevkariya û koordînasyona Îranê were îmhakirin."
“Îran xwedî 400 kîlogram Uranyuma dewlemendkiriye”
Digel ku danûstandin di navbera aliyan de ji bo bidawîkirina pevçûna DYA, Îsraîl û Îranê, ku niha di qonaxa agirbestê de ye, berdewam dikin, rewşa nêzîkî 400 kîloyên uranyuma dewlemendkirî ku tê ragihandin ji aliyê Îranê ve tê ragirtin, yek ji xalên sereke yên nîqaşê ye.