Cîhan
Trump daxwaza guhertina pêşnûmaya peymana Îranê kir
Hat îddiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hin xalên di pêşnûmaya peyamana ligel Îranê de cîh digirin daxwaz kiriye bên guhertin û şert û mercan jî dijwartir kir.
RûpelNews - Li gor nûçeyên di medyaya Amerîkayê de hatine belavkirin Trump li ser pêşnûmaya peymana ku rayedarên Amerîkayî û Îranî li hev kirine daxwaza guhertina xalên vê peymanê kir.
Hat îddiakirin Trump li ser xala nukleera Îranê helwesteke cidî nîşan da û li ser vê xalê guhertin xwest.
New York Times jî ragihand Trump li dijî Îranê pêşnûmaya peymaneke nû ku tê da şertên giran li dijî Îranê hene pêşkêşî Tahranê kir.
Hat diyarkirin ku Trump ji xalên ku rakirina gemaroya li ser saman û sermeyadarên Îranê dihewîne gelek aciz e bi taybet ji dereng bersivdayîna Tahranê jî nîgeran bû.