TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Trump Banka Navendî ya Îranê xist lîsteya dorpêçan: Em ji ser re amade ne!

📅 20 îlon 2019 19:41

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, piştî êrîşa ser Kargeha Petrolê ya Erebistana Siûdî Aramcoyê ku Îranê berpirsiyar digire, ew dê ji bo Banka Navendî ya Îranê dorpêçên asta herî bilind bisepînin.

Trump li Oval Ofîsa Qesra Spî ji rojnamevanan re li ser dorpêçên bo banka navendî ya Îranê got, “Ev dorpêçên herî giran ên heta niha ji bo welatekî hatine sepandin in. Dê ev dorpêç rasterast rêveberên payebilind hedef bigirin.”

Li ser destwerdaneke leşkerî bo Îranê jî Trump diyar kir, “Amerîka her tim amade ye.”

Trump herwiha da xuyakirin ku wî ji bo dorpêçan ferman daye Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê.

Parve bike: