Trump 38 sal berê gotibû: Li dijî Îranê tundttir dibim, girava Harkê wêran dikim
RûpelNews - Şerê ku di 28ê Sibatê de di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kir ket meha xwe ya duduyan. Li welatên Kendav û Rojhilata Navîn jî ketine bin tesîra vî şerê ku her diçe berfirhtir dibe.
Amerîka operasyona erdê û bi taybet li ser girava Harkê ku wek giraveke stratejîk a enerjiya Îranê ye ye wek planeke ciddî difikire. Ji bo vê bi hezaran leşker şand baregehên xwe yên li Aliyev Kendav û Rojhilata Navîn.
Hevpeyvîna 38 sal bêrê ya Trump di rojevê de ye
Bi vê plana operasyon ya li ser Girava Harkê û şerê li dijî Îranê, hevpeyvîneke Trump a sala 1988an de ji Financial Timesê re axiviye ji nû ve di rojevê de cîh girt. Çimkî Trump di vê hevpeyvînê de behsa êrîşa li ser Îranê dike û dibêje: “Pêwîst e Amerîka li dijî Iran tundttir bibe, eger guleyek li ser leşkerên me bê avêtin ez ê herim Girava Harkê wêran bikim heta ku bi dest bixim. Ji bo dinyayeke baş divê helwesta me li dijî Îranê tundttir bibe.”