TPAO û BP di warê petrol û gazê de mutabakata hevkarî îmze kirin
Şîrketa Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) û şîrketa enerjiyê ya Brîtanyayê BP di warê petrol û gazê de ji bo hevkarîya stratejîk mutabakata zaptê îmze kirin.
Di merasîma îmzekirinê de ku bi beşdariya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar hate lidarxistin, hate diyarkirin ku ev peyman bi armancên dirêjdem ên TPAO yên ji bo zêdekirina kapasîteya hilberînê re lihevhatî ye.
Wezîr Bayraktar got ku Tirkiye armanc dike heta sala 2028’an hilberîna rojane ya petrol û gazê bigihîne yek mîlyon barel wekhevî.
Qada hevkarîyê
Mutabakata zaptê; pêşxistina qadên heyî yên petrol û gazê, nirxandina qadên nû yên lêgerînê û çêkirina modelên hevparî di projeyên navneteweyî de dihewîne.Di çarçoveya vê planê de, tê hêvî kirin ku her du alî di navbera xwe de agahiyên teknîkî parve bikin û ji bo zêdekirina berxwedana hilberînê karên hevbeş bikin.
Rayedarên têkildar dibêjin ku ev hevkarî tenê bi Tirkiyeyê ve sînorkirî nabe; û dikare li herêmên cuda yên wekî Iraq, Azerbaycan, Lîbya û Asyaya Navîn jî ji bo projeyên hevbeş zemîn amade bike.
Gava nû di stratejîya enerjiyê ya Tirkiyeyê de
Di demên dawî de, hevkarîyên TPAO bi şîrketên mezin ên enerjiyê yên navneteweyî re, wekî beşek ji stratejîya Tirkiyeyê tê dîtin ku armanc dike ewlehiya peydakirina enerjiyê zêde bike û girêdayîbûna derve kêm bike.
Mutabakata ku bi BP re hate îmzekirin jî tê hêvî kirin ku li gel zêdekirina hilberînê, wê armanca Tirkiyeyê ya bûna navenda enerjiyê ya herêmî jî piştgirî bike.